Gaziantep’te kültür-sanat yaşamının bağımsız etkinliklerinden Zeugma Film Festivali, bu yıl 13’üncü kez perdelerini açmaya hazırlanıyor. Üç gün sürecek festivalin açılışı, yönetmen Yeşim Ustaoğlu’nun “Artakalan” filmiyle yapılacak. Türkiye ve dünya sinemasından seçkilerin yer alacağı festival, izleyicileri farklı hikâyelerle buluştururken sinema üzerine birlikte düşünmeye ve paylaşmaya davet ediyor.

Festivalin bu yılki temasını belirlerken pandemi ve deprem gibi toplumsal deneyimlerin de etkili olduğunu belirten Kırkayak Kültür Sanat Merkezi Koordinatörü Ayşegül Ateş, dijital platformlarla bireyselleşen film izleme deneyiminin karşısında kolektif buluşmaların önemine dikkat çekti.

Ateş, “İnsanların biraz durmasını, düşünmesini ve çevresinde olup bitenleri ya da sinema perdesine yansıyanları daha fazla hissetmesini istedik” diyor. Sinemayı yalnızca film izlenen bir alan olarak değerlendirmediklerini belirten Ateş, aynı salonda bir araya gelmenin, birlikte düşünmenin ve film üzerine sohbet etmenin festivalin temel amaçları arasında olduğunu ifade etti.

Farklı hikâyeler, ortak bir deneyim

Gaziantep’in farklı toplumsal deneyimlerin bir arada yaşandığı bir sınır kenti olduğunu vurgulayan Ateş, sinemanın farklı kültürleri ve yaşamları görünür kılma gücüne işaret etti. Sinemanın savaş, yoksulluk, çocuk hakları ve kadın hakları gibi meseleleri izleyiciyle buluşturabildiğini belirten Ateş, farklı hikâyelerle karşılaşmanın empati kurma ve birbirini anlama açısından önemli bir imkân sunduğunu söyledi.

‘Sinemanın birleştirici gücüne güveniyoruz’

Festivalin sürdürülebilirliğinin bağımsız bir kurum için kolay olmadığını belirten Ateş, ekonomik koşullar ve kültür-sanat alanındaki desteklerin azalması nedeniyle bu yıl beş gün olarak planlanan festivalin üç güne indirildiğini aktardı. Buna rağmen festivali sürdürmekte kararlı olduklarını ifade etti.

Yarışma formatında düzenlenmeyen festivalin, yıl içerisinde öne çıkan ve izleyiciyle buluşması önemsenen filmleri Gaziantep’e taşıdığını belirten Ateş, özellikle bağımsız sinemanın kentteki izleyiciyle buluşması için alan yaratmaya çalıştıklarını söyledi. Bu yıl Türkiye yapımlarının yönetmen ve izleyici söyleşileriyle destekleneceğini de aktardı.

Festivalin yalnızca gösterimlerden ibaret olmadığını vurgulayan Ateş, farklı meslek gruplarından ve yaşlardan insanların aynı etkinliklerde bir araya gelmesinin önemine dikkat çekti. Ateş, Onat Kutlar’ın kitabından hareketle ilk festivalden bu yana kullandıkları “Sinema bir şenliktir” sözünü hatırlatarak sinemanın birleştirici gücüne inandıklarını ifade etti.

Festival Bilgileri

13. Zeugma Film Festivali
27–29 Kasım 2026
Paribu Cineverse Forum Sinemaları – Gaziantep
Bilet: www.biletevo.com
Program ve ayrıntılı bilgi: kirkayak.org

Festîvala Fîlmên Zeugmayê 27ê Mijdarê dest pê dike: ‘Temaşe bike, guhdarî bike, hîs bike’

Festîvala Fîlmên Zeugmayê ku îsal ji aliyê Komeleya Çand, Huner û Xwezayê ya Kirkayak ve cara 13emîn tê lidarxistin dê di navbera 27 û 29ê Mijdarê de, li Dîlokê bi temaşevanên sînemayê re were balhev. Festîvala ku dê bi mijara “Temaşe bike, guhdarî bike, hîs bike” were lidarxistin wê balê dikişîne ser hêza sînemayê ya ku vegotina çîrokên civakî yên cihêreng û qadeke hevpar a ramanê diafirîne.

Festîvala Fîlmên Zeugmayê ku li Dîlokê yek ji çalakiyên serbixwe yên jiyana çand û hunerê ye, îsal xwe amade dike ku cara 13emîn perdeyên xwe ji bo temaşevanan veke. Festîvala ku dê sê rojan bidome wê bi fîlmê Artakalan a derhêner Yeşim Ustaoğlu dest pê bike. Festîvala ku dê bijareyên sînemaya Tirkiyeyê û cîhanê pêşkêşî temaşevanan bike, wan vedixwîne ku bihevre li ser sînemayê bifikirin û serpêhatiyên xwe parve bikin.

Ayşegul Ateş a koordînatora Navenda Çand û Hunerê ya Kırkayakê jî diyar kir ku di hilbijartina mijara îsal a festîvalê de serpêhatiyên civakî yên wekî pandemî û erdhejê jî bandor li wan kirine. Ateş bal kişand ser girîngiya civînên hevpar, li hemberî ezmûna temaşekirina fîlman a ku bi platformên dîjîtal re bêtir takekesî/şexsî bûye. Ateş got: “Me xwest ku mirov hinekî raweste, bifikire û tiştên ku li derdora xwe diqewimin an jî tiştên ku li ser perdeya sînemayê tên nîşandan, bêtir hîs bike.”

Ateş da zanîn ku ew sînemayê tenê wekî qadeke ku film lê tê temaşekirin nanirxînin û got; li heman salonê hatina balhev, nîqaş û axaftinên li ser film û pêkanîna ramanên hevpar li ser film di nav armancên bingehîn yên festîvalê de ne.

Çîrokên cuda, serpêhatiyeke hevpar

Ateş ku tekez kir Dîlok bajarekî sînorî yê ku tê de serpêhatiyên civakî yên cuda bihevre dijîn, bal kişand ser hêza sînemayê ku awayên jiyan û çandên cuda berbiçav dike. Ateş diyar kir ku sînema dikare mijarên wekî şer, xizanî, mafên zarokan û mafên jinan bîne ber çavê temaşevanan û got: ” Rûbirûbûna bi çîrokên cuda re ji bo avakirina empati û fêhmkirina hevdu derfeteke girîng peyda dike.”

Ateş diyar kir ku sala borî bi mijara “Bi Peya” wan bal kişandibû ser girîngiya bi hev re keşfkirina bajêr û ezmûna hevpar a komên civakî yên cuda ya di bajêr de. Wê girîngiya bi cîranên nû yên Sûriyeyê re yên ku nû hatine bajêr, di şert û mercên wekhev de li kêleka hev dimeşin û bajêr bi hev re ezmûn dikin, destnîşan kir. Herwiha got ku mijara festîvala vê salê jî armanc dike ku bi rêya çîrokên cuda, qadeke hest û ramana hevpar biafirîne.”Ji bo sînemaya serbixwe qadê vedike”

Ateş diyar kir ku domandina festîvalê ji bo saziyek serbixwe ne hêsan e. Wê ragihand ku ji ber şert û mercên aborî û kêmbûna piştgiriya di qada çand û hunerê de, festîvala ku îsal ji bo pênc rojan hatibû plankirin ji neçarî wekî sê rojan tê lidarxistin. Tevî vê yekê jî wê amaje pê kir ku ew bi biryar in vê festîvalê bidomînin.

Ateş ragihand ku festival ne bi şêwaza pêşbirkê tê lidarxistin û ew fîlmên ku di hundirê salê de derdikevin pêş û pêşkêşkirina wan ji temaşevanan re girîng tê dîtin, tîne Dîlokê. Ateşê got ku bi taybetî ji bo gihandina sînemaya serbixwe bi temaşevanên bajêr re hewl didin qadekê biafirînin. Wê herwiha ragihand ku îsal dê berhemên sînemayî yên Tirkiyeyê bi gotûbêjên derhêner û temaşevanan re bên pêşkêşkirin.

‘Bawerîya me bi hêza yekbûna sînemayê heye’

Ateş, bi tekezî li ser vê yekê rawesta ku festîval tenê ji pêşandana fîlman pêk nayê û bal kişand ser girîngiya civînên mirovên ji komên pîşeyî û temenên cuda ku di heman çalakiyan de tên balhev. Ateş, bi bibîrxistina gotina “Sînema şahîyek e” ku ew ji pirtûka Onat Kutlar wergirtine û ji festîvala yekem ve bikar tînin, diyar kir ku baweriya wan bi hêza yekbûna sînemayê heye.

Di derbarê Festîvala Fîlmên Zeugmayê de:

13emîn Festîvala Fîlmên Zeugmayê

27–29 Mijdar 2026

Sînemayên Paribu Cineverse Forum – Dîlok

Bilêt: www.biletevo.com

Bername û agahiyên berfireh: kirkayak.org

Bir yanıt yazın

ÖNE ÇIKANLAR